Li Amerîka li dijî dibistanê êriş: 18 jê zarok 27 kes mirin
Kanla CBC News diyar kir ku di bûyerê de bavê xwendekarekê û CNN’ê jî belav kir ku pîskologê dibistanê jî di nava miriyan de heye. Şahidan jî destnîşan kirin ku bi dehan dengê gûleyan hatiye bihîstin.
Şahidekê bûyerê yê bi navê Brenda Lebinski jî got ku zarok û hinek weliyên wan di nava xwînê de ne. Ji ber dibistana dayîkê ya seretayî ya Sandy Hook heta refa 4. perwerdeyê dide, temenê xwendekaran di navbera 5-10 saliyê de ye.
Rudaw
