• Monday, 09 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Desthilata Îraqê Madeya 140 Bi Şaşî Şîrove Dike

Gulan Media December 15, 2012 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Desthilata Îraqê Madeya 140 Bi Şaşî Şîrove Dike
Li roja pênşemî 13/12/2012 kanala Elerebiye bi Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî re di derbarê rewşa heyî ya Îraqê û aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê de hevpeyvînek saz kir.

Di vê hevpeyvîna han de Şewirmendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî çendîn babetên girîng yên girêdayî bi rewşa heyî re şîrove kir.

Di beşek ji vê hevpeyvîna han de birêz Mesrûr Barzanî behsa vê yekê dike ku, desthilata Îraqê bi awayekî şaş madeya 140 ya Îraqê şîrove dike û ev madeya han bi tenê bo Kerkûkê rewacdar dibîne lê ev tişteke şaşe jiber ku, madeya 140 ya destûra bingehîn a Îraqê tevahiya Deverên din yên Kurdistanê yên ku, welatiyên Kurd ji wan hatine derxistin û kesên din di şûna wan de hatine nîştecîh kirin digire ber xwe.

Di derbarê meseleya anîna hêzên Dîce bo Kerkûkê û şandina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bo Kerkûkê de jî birêz Mesrûr Barzanî gotiye: Eqiliyeta niha ya desthilatdar a Îraqê bi ti awayî destûra bingehîn ya Îraqê cidî nagire û hîn jî dixwaze bi hêz û Artêşê kêşeyên heyî çareser bike.

Şandina hêzên Pêşmerge bo Kerkûkê mafeke reva ya Kurde û lê Kurd ti carî piştgîriya çareser kirina kêşeyan bi tundûtîjî nake beruvajî Kurd hertim hewl daye daku, kêşeyên heyî bi rêya diyalog û di çarçoweya destûrê de werin çareserkirin.

Di derbarê helwesta hin aliyan a di derbarê serdana Serok Barzanî bo Kerkûk û hêzên Pêşmerge de jî Şewirmendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî eşkere kiriye ku, Serok Barzanî xwedan mafe û dikare serdana her Deverekî bike.

Di beşeke din ya vê hevpeyvîna han de di derbarê meseleya daxwaza Malikî ya bo radest kirina çekên hêzên Pêşmerge bo Artêşa Îraqê de jî Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî gotiye: Hêzên Pêşmerge beşekin ji hêzên Îraqê û ev yek di nava destûra Îraqê de hatiye bicîhkirin û destûra bingehîn ya Îraqê gotiye ku, mafê hêzên pêşmerge heye ku, weke beşek ji hêzên leşkerî yên Îraqê bibe xwedan çek û weke Artêşa Îraqê dibe ji îmkan û derfetên Îraqê fêde bigire.
Top