Serokê Herêma Kurdistanê biryar da ji deverên kêşedar re bêjin (Navçeyên Kurdistaniyên li Derveyê Herêmê)
Biryar
Hejmar: (26) Sala 2012
Piştî wê yekê ku hinek berpirsên bilindên li Hikûmeta Iraqê paşgezbûne bi mebesta li bikaranîna navê (Navçeyên Xwedî Pirsgirêk) ku li destura Iraqê da hatiye wekî balkişandina ser navçe Kurdistaniyên derveyê Herêma Kurdistanê û li şûna wê li karên fermiyan da cûre navek bikartînin ku bêyî tu belgeyekî yasayiya rastî, dîrokî û cografîne, eve jî ewe digihîne ku mebest û daxwaza wan ya bi cîhkirina maddeya 140 a destur nîne, eve bi navê parastina siruşta Kurdistanê ev navçane li ruyê rûniştvanan û kelepûrên cûr bi cûr ve û li gor yasaya Serokayetiya Herêma Kurdistana – Iraq hejmar (1) sala 2005 ê ku hatiye hemwarkirin, me biryar da:
• Piştî niha navê (Navçeyên Kurdistaniyên li derveyê Herêm) dihête bikaranîn ji bo wan navçeyên Kurdistana Iraqê ku maddeya 140 a destura Komara Iraqê li xwe digrê.
• Li ser hemû Wezaret û aliyê fermî û nîv fermiyan û aliyê pêwendîdarên din pabendî vê biryarê bin.
• Ev biryar li roja derketinê ve dihête bikaranîn.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistana - Iraqê
Hewlêr 12/12/2012
