• Monday, 09 February 2026
logo

Hêmin Hewramî Û Nunerê Wezareta Derve Ya Berîtaniyayê Civiyan

Gulan Media December 13, 2012 Nûçe
Hêmin Hewramî Û Nunerê Wezareta Derve Ya Berîtaniyayê Civiyan
Duh Nunerê Wezareta Derve ya Berîtaniyayê bi mebesta agehdarbûn ji helwest û nêrînên partiya demokrata Kurdistanê yên di derbarê rewşa Sûriyayê de serdana navenda peyvendiyên Derve yên PDKê kir û ji aliyê Berpirsê peyvendiyên Derve yên PDKê Hêmin Hewramî ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de Nunerê Wezareta Derve ya Berîtaniyayê ragihand ku, guhertinên heyî yên li Sûriyayê gelek girîngin û bandoreke sereke li ser rewşa Deverê û hevsengiyên siyasî yên navnetewî dikin lewre me hevce dît daku, nêrînên partiya demokrata Kurdistanê yên di vê derbarê de bizanibin.

Li hember de jî Hêmin Hewramî eşkere kir ku, PDKê jiber bandora guhertinên han li ser Kurdistanê û herwiha hebûna zêdetir ji 2 miliyon Kurdan li Sûriyayê girîngiyeke taybetî dide guhertinên heyî yên li Sûriyayê û PDKê piştgîriya vê yekê dike ku, dibe Gelên Sûriyayê bo xwe di derbarê paşeroj û çarenûsa xwe de biryar bide.
Top