• Monday, 09 February 2026
logo

Serok Barzanî: li Hember Her Êrişekê Me dê Bersiva Xwe Hebe

Gulan Media December 12, 2012 Nûçe
Serok Barzanî: li Hember Her Êrişekê Me dê Bersiva Xwe Hebe
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro di ahenga xûla 17 a derçûyîyên akdemiya PDK de ragihand, ku Kurd gelek hewl daye pirsgirêk bi guftûgo bihên çareserkirin û dijî şerre, belê di dema her êrişekê de dê Kurd bersiva xwe hebe. Serok Barzanî tekezî kir, ku Kurd şerr naxwaze, belê di dema her êrişekê de dê bersiv bide û parêzvanîyê li xwe bike.


Îro bi çavdêrîya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û hejmareke berçav a berpirsên îdarî û siyasî û kesatîyên akademî, ahengeke taybetî de xûla 17 a akademiya Partîya Demokrtaa Kurdistanê hate sazkirin û dawî bi evê ûlê hate û xûla 18 a evê akademiyayê destpêbû. Di ahenga îro de serok Meûsd Barzanî jî peyvek pêşkêş kir.

Di destpêkê de Qadir Qaçax berpirsê aakdemiya PDK, peyvek pêşkêş kir û derçûna ewan 83 kadêran wek destkevtek giring da naskirin û got, ku ew kesane piştî 6 heyvan xwandina wane û babetên cuda cuda ji alîyê kesên akdemî ve, bi ast û wuzeyeke din ve beşdarî di kar û çalakîyên siyasî de dikin.

Piştî hingê di peyveke taybetî de, serok Barzanî pîrozbayî li derçûyîyên xûla 17 a akademiya PDK kir û hêvîya serkevtinê ji wan re xwast. Serok Barzanî di peyva xwe de ragihand, ku her ji destpêka dirustbûna PDK ve, PDK bi evê hêvîyê ava bûye û damezraye ku hêvîya vemanê û gihîjtin bi armanc û mafên rewa bibiexşe xelkê Kurdistanê, nek tenê bibe çetra kombûna tiwêjekê yan pêkhateyeke diyarkirîya xelkê Kurdistanê.

Serokê herêma Kurdistanê herwiha daxwaz ji hemû kadêr û berpirsên PDK kir, ku zêdetir ji eva ku niha hest pê dihê kirin, têkelê xelkê û hevwelatîyan bibin û bi rêz ve reftar li gel ewan pêşmerge û şoreşvanane bikin ku temenekê zêde bexşîne bi xebat û têkoşînê.

Di bareya pêşhatên niha yên Iraqê û hêzên bi nav operasiyona Dîcle û leşkerkêşîyên hukûmeta Iraqê bo navçeyên veqeandîyên Kurdistanê û herwisa arîşeyên hilawîstî de, Mesûd Barzanî got:´´piştî prosesa azadîya Iraqê û bi dirêjîya nivîsîna destûrê heta ku digihje îro, gelek hewl dane ku arîşe bi guftûgo bihê çareserkirin û bi hemû şêweyekê dijî her şerr û xwînrijandinekê ne, belê di dema pelamar û êrişên narewa de, bêgoman me dê bersiva xwe hebe û serdemê qebûlkirina takrewî û sitemê dawî pê hatiye.´´
Top