Duhok: 61 hezar penaberên Sûriyê hatine Herêmê
Mihemed Ebdula Hemo ji Xendanê re got: “Rewşa penaberên Sûriyê li jêr kontrolê daye û tenê ewê ku dibe rêgir li pêşiya kar û çalakiyên me barîna baranêye, çûnkî barîna baranê rê li gîhandina xizmetguzariyan digrê.”
Sebaret bi hejmara penaberan jî birêvebirê koç û koçberan Mihemed Ebdula amaje bi wê yekê kir ku rojane 500 kes ji sînoran derbasî Herêma Kurdistanê dibin û bi awayekî giştî jî ewên ku heya niha hatine tomar kirin 61 hezar penaberin û ji wê hejmarê 42 hezar li sînorê parêzgeha Duhokê ne û ewên din jî çûne sînorê parêzgehên Silêmanî û Hewlêrê.
Li gor zanyariyên Xendanê, asayîş rêgiriyê li hatina penaberên Sûrî ku dixwazin bêne Hewlêr û Silêmaniyê dikin û eve jî penaberên Sûriyê neçar kiriye bo destkeftiyên jiyana wan û dîtina kar bi awayekî qaçax jib o werin parêzgeha Silêmaniyê û jibo guhastina her sernişînekî (neferekî) bira 150 dolar didine qaçaxciyan.
Sebaret bi vê pirsê, birêvebirê koç û koçberan yê parêzgeha Duhokê ev yek red kir ku rêgiriya penaberan nayê kirin û amaje bi wê yekê jî kir ku azadiyekî temam ji penaberan re heye, çûnkî wek di amaran de derketiye ku ji 61 hezar penaber 42 hezar li Duhokê ne û ewên din jî li Silêmanî û Hewlêrê ne.
Xendan
