Demirtaş: Tenê rêya çareseriya kêşeyan diyaloge
Malpera Turkêş wîkly ragihand ku Demirtaş di daxuyaniyên duhî de li bajarê Amedê di civîna endamên partiya xwe de gotiye: "Du van du rojên dawî de zêdetir ji 80 endamên ser bi BDP`ê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirk li Batman, Sîrt û Mardînê hatine girtin."
Demirtaş got: "Bê goman rojek wê were dê partiya desthilatdar hesabê van binpêkirinan û destdirêjiyan û êrişên ne rewa bide welatiyan."
Sebaret bi standina destlênedayînê ji parlemanteran jî Selahedîn Demirtaş got: "Me ji aliyê xwe ve hewlda ku em rê li pêşiya vê biryarê bigrin û jib o vê mabestê jî me daxwaznameyek şandiye parlemana Tirkiyê."
Hevserokê BDP`ê Selahedîn Demirtaş di dawiya gotine xwe de cext kiriye ku tenê rêya çareseriya kêşeyan li Tirkiyê dê bi danûstandinan bê encamp dan û hevdu qebûl kirin û pêkvejiyanê li gel hemû neteweyên vî welatî dê pêk bê.
Xendan
