Malikî hêzên Kurd û Sune dikşîne û yên Şî`e jî dişîne
Helo Necat bi daxuyaniyekê ji Xendanê re got: “Serdana Serokê Herêmê bo navçeya Kerkûkê bûye cihê kêfxweşiya akinciyên parêzgeha Kerkûkê û hemû şêniyên Kerkûkê vê yekê dupat dikin ku ew rê nadin şerê navbera Kurd û Ereb.”
Necat da zanîn ku welatiyên Ereb yên li sînorê parêzgeha Kerkûkê rojane û bi berdewam serdana hêzên pêşmerge dikin û got: “Di serdanên xwe de vê yekê dupat dikin k utu pêkhateyên Kerkûkê li gel şer de nînin her weha ne li gel gotina Malîkî dene ku dibêje, şerê vê care dibe şerê Kurd û Ereb.”
Birêvebirê asayîşa Kerkûkê ev yek jî aşkira kir ku artêşa Êraqê hêzekî zor ji naverast û başûrê Êraqê aniye li hemberî wê de jî ew hêzên ku ji neteweyên Kurdin yan Erebên Sune ne diguhêzin bo navçeyên din yên Êraqê.
Helo Necat teqez kirk u ew hêzên ku anîne sînorê navçeyê morekî mezhebî bi wan ve diyare û got: “Li ser baregeh û otombêlên serbazî yên wan alayên reş û rengên din tê dîtin ku pester ev tişt nebûn, eve jî tê wê wateyê ku baweriya Malikî bi artêşa Êraqê nemaye, ji ber vê jî hêzeke xwe aniya navçeyê ku piraniya wan ji mezheba şî`î ne.”
Xendan
