• Monday, 09 February 2026
logo

‘Heta fermandeya Dîcle neyê hilweşandin pêşmerge venagerin’

Gulan Media December 11, 2012 Nûçe
‘Heta fermandeya Dîcle neyê hilweşandin pêşmerge venagerin’
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku hêzên pêşmergeyan ji xeta temasê venagerin û heta fermandariya operasyonên Dîcle tê hilweşandin.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fûad Hûsên ji Rûdawê re ragihand ku belavbûna nûçeya razîbûna Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo vekêşîna hêza pêşmergeyan a piştî civîna dûyemîn a ligel serokê parlamentoya Iraqê Usame Nûcêfî ‘ne raste.’ Hûsên got: “Nûcêfî hinek pêşniyar anîn, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî got, bila rêyeke çareseriyê pêşniyar bikin, ger ew amadebin, em jî ji bo guftûgoyan amadene. Ev mijar dikare bi diyalogê yek alî bibe.”

Dr. Fûad Hûsên diyar kir ku nûçeya vekişîna hêzên pêşmergeyan a ji navçeyên cihê veqetayî û berî hêza Dîcle bê hilweşandin, ne raste û ez nizanim xelkê ewn nûçe ji kuderê anîne.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Tişta diyar ew e ku Malikî xwe ji bo şer amade dike. Dema ew ji bo şer amadekariyan dike, mafê Kurdan jî heye ku xwe biparêze.” Navbirî hişyariya wê yekê da ku agirê şer ‘li kuderê bê kirin, çi li Kerkûk an jî li Xaneqînê, wê gelek cih bişewitin û agirekî pir metirsîdare. Lê ev nabe şerê kurd û ereban.”

Dr. Fûad Hûsên derbarê egera rûdana şer de, wiha got: “Em daxwaz ji xwedê dikin ku şer tûşî ti kesê nebe... Lê ger şerê me bê kirin, baweriya me bi hêzên pêşmergeyan heye û serkirdeyên pêşmergeyan jî desnîşan kirine ku dikarin serbikevin.”

Hûsên derbarê vegera serokomarê Iraqê Celal Talabanî ya bo Bexdayê jî wiha got: “Niha dema tê dîtin ku Malikî ferman dide ku êrişî Herêma Kurdistanê bike, serokomar hewla rawestandinê dide û ji bo vê yekê çûye Bexdayê.”

Dr. Fûad Hûsên diyar kir ku gefa rûbirûbûna şer welatên cîran û bi taybet jî Îran dilgiran kiriye. Hûsên derbarê serdana dawî ya serdana fermandarê artêşa Qudsê ya Îranê Qasim Suleymanî ya bo Hewlêrê jî wiha got: “Ger pirsgirêk mezine û Malikî dixwaze artêşê bikarbîne, dewletên cîran û bi taybet jî Îran dilgirane. Ev wê ji bo navçeyê pirsgirêkan dirûst bike, Îran li ser vê mijarê û tevgerên Malikî dilgiran e.”

Di vê derbarê de balyozê komarê Îslamî ya Îranê yê li Bexdayê Hesen Danayî Fer di hevpeyvînek ligel Rûdawê de got: “Em piştgiriya ti pêngavekê nakin ku bibe sedemê têkdana asayîş û aramiya nîştîmanî ya li Iraqê.” Danayî Fer destnîşan kir ku wê welatê wî hemû hewldanan bike û ji bo rûberê van nakokiyan berfirehtir nebin.

Rudaw
Top