• Monday, 09 February 2026
logo

Arif Teyfûr: Em Biryara Kêm Kirina Bûdceya Kurdistanê Re Dikin

Gulan Media December 11, 2012 Nûçe
Arif Teyfûr: Em Biryara Kêm Kirina Bûdceya Kurdistanê Re Dikin
Cîgirê Serokê Parlementoya Îraqê Arif Teyfûr ragihand ku, ewê biryara Serokwezîrê Îraqê bo kêm kirina para Kurdistanê ji bûdceya sala 2013an ya Îraqê re dikin û ev biryara han jî bi binpê kirina destûr û peymanên îmzekirî yên di navbera aliyên siyasî yên Îraqê de wesif kir.

Çavkanî di berdewamiya axaftinên xwe de tekez li ser vê yekê kir ku, bi ti awayî rê nayê dayîn daku, Hikûmeta Malikî para Hikûmeta Kurdistanê ji bûdceya giştî ya Îraqê kêm bike û dibe serjêmiriya giştî li Îraqê de were kirin û li gorî encamên vê serjêmiriya han para Kurdistanê ji bûdceya giştî ya Îraqê were destnîşankirin.
Top