• Monday, 09 February 2026
logo

Malikî Û Sedir Daxuyaniyên Hevûdu Red Dikin

Gulan Media December 10, 2012 Nûçe
Malikî Û Sedir Daxuyaniyên Hevûdu Red Dikin
Evro Serokwezîrê Hikûmeta Îraqê Nûrî Malikî ragihand ku, daxuyaniyên Muqteda Sedir yên di derbarê meseleya gendeliya heyî di nava peymana kirîna çekan ji Rûsiyayê daxuyaniyeke bêwate û kilasîke û tişteke ku, dibe sedema afirandina aloziyan.

Malikî herwiha eşkere kir ku, ev kesên ku, jiber meseleya pir çek kirina artêşa Îraqê hin aliyan tawanbar dikin qise û gotinên xwe bi belgeyan îsbat bikin beruvajî dibe li berdem Dadgehê hesaba xwe bidin.

Li hember de jî Muqteda Sedir li ser daxuyaniyên xwe yên di derbarê hebûna gendelî di nava peymana kirîna çekan de biîsrare û daxuyaniyên Nûrî Malikî red dike û dibêje Malikî tenê dixwaze gefan li xelkê bixwe.
Top