• Monday, 09 February 2026
logo

Rêjîma Îranê li bajarê Serdeştê ciwanekî Kurd kuşt

Gulan Media December 10, 2012 Nûçe
Rêjîma Îranê li bajarê Serdeştê ciwanekî Kurd kuşt
Bi behaneya karê qaçaxcîtiyê, rêjîma Îslamî a Îranê ciwanekî kasibkar yê Kurd li bajarê gundekî bajarê Serdeşt a Rojhelata Kurdistanê gulebaran kir ku di encam de wê kesî canê xwe ji dest daye.

Li gor nûçeyek ajansa Firatê, beriya du rojan leşkerên rêjîma Îranêli gundê Dermanawa a bajarê Serdeşt a Rojhelata Kurdistanê bi behaneya encamdana karê qaçaxcîtiyê kasibarekî Kurd bi navê Simko Reyhanî yê temenê 20 salî bi guleyan kuşt ku Simko beriya salekê zewiciye û bi karê kasibariyê debara jiyana xwe dikir.

Heman çavkaniyê aşkere kiriye ku bavê Simko jî beriya du sala di bin aşûtê de maye û di encam de canên xwe ji dest daye.

Hêjayî gotinê ye ku, rêjîma Îslam a Îranê salane li ser sînorê Turkiye - Îran û Îran - Herêma Kurdistanê bi heman behaneyê bi guleyan dikuje.

Xendan
Top