Konsulusê Îtaliyayê Xatira Xwe Ji Serok Barzanî Xwest
Di destpêka civînê de Konsulusê Îtaliyayê yê li Bexdayê armanca serdana xwe bo Kurdistanê ji Serok Barzanî re rave kir û ragihand ku, dema erkdariya vî li Îraqê de bi dawî hatiye lewre bi mebesta xatir xwestin ji Rayedarên Kurdistanê ev serdana han pêk aniye.
Çavkanî di berdewamiya axaftinên xwede behsa kar û çalakiyên xwe jî kir û tekez li ser vê yekê kir ku, Hikûmeta Îtaliyayê li ser bihêztir kirina peyvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re biîsrare û vê hana kompaniyên Îtalî bide daku, werin li Kurdistanê de dest bi kar bikin.
Çavkanî di beşeke din ji axaftinên xwe jiber hevkarî û piştgîriyên Serok Barzanî û Hikûmeta Kurdistanê bo kar û çalakiyên Konsulusxaneya Îtaliyayê jî spasiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî û Hikûmeta Kurdistanê kir.
Li hember de jî Serok Barzanî rola Konsulusê Îtaliyayê di dema kar kirina xwe de bi roleke girîng û erênî wesif kir û ragihand ku, rola we di bihêz kirina peyvendiyên heyî yên di navbera Îtaliya û Kurdistanê de roleke erênî bûye.
Serok Barzanî herwiha hêviya serkeftinê ji Konsulusê Îtaliyayê re xwest.
Di dawiya hevdîtina han de rewşa siyasî ya Îraqê jî hate nîqaşkirin.
