• Monday, 09 February 2026
logo

Fuad Husên: Serok Barzanî Dixwaze Hilbijartin Di Dema Xwe De Were Kirin

Gulan Media December 9, 2012 Nûçe
Fuad Husên: Serok Barzanî Dixwaze Hilbijartin Di Dema Xwe De Were Kirin
Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Dr. Fuad Husên ragihand ku, helwesta Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî hertim ew bûye ku, dibe hilbijartin di dema xwe ya diyar kirî de were pêkanîn.

Husên di derbarê destnîşan kirina dema hilbijartinên Parêzgehên Kurdistanê de jî diyar kir ku, pêwîste ev dema han bi awayekî pêşwext ji aliyê Hikûmeta Kurdistanê û komisyona serbixwe ya hilbijartinan ve were destnîşankirin û pişt re jî ji aliyê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ve were pejrandin.

Di derbarê diyar kirina dema hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê de jî Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê eşkere kir ku, niha lêkolîn li ser vê meseleya han tê kirin û piştî bi dawî hatina lêkolînên pêwîst wê aliyên peyvendîdar werin agehdarkirin.
Top