• Monday, 09 February 2026
logo

Xelkê Zaxoyê Li Dijî Hêzên Dîcleyê Dest Bi Xwepîşandanê Kir

Gulan Media December 9, 2012 Nûçe
Xelkê Zaxoyê Li Dijî Hêzên Dîcleyê Dest Bi Xwepîşandanê Kir
Evro xelkê Bajarê Zaxoyê bi mebesta şermezar kirina hêzên Dîcleyê û hatina wan bo Deverên weqetandî yên Kurdistanê dest bi xwepîşandaneke girseyî kir.

Di xwepîşandana evro ya Bajarê Zaxoyê de Xwepîşander damezrandin û hatina hêzên Dîcleyê bo Deverên weqetandî yên Kurdistanê şermezar kirin û ragihandin ku, ev hêzên han nedestûrîne lewre dibe bilez werin hilweşandin.

Hevdem welatiyên Xwepîşander piştgîriya xwe bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî diyar kirin.
Top