Wezareta pêşmergeyan: Pêwîste em xwe amade bikin
Birîkarê wezareta pêşmergeyan ê hikûmeta Herêma Kurdistanê Enwerî Hacî Osman derbarê tevgerkirina pêşmergeyan de ji Rûdawê re got: “Ev hêz ên ji ber lîwayên berê yên derdora Kerkûkê hatine bi cihkirin pêk tê û ji bo temamkirina wan hêzan hatine. Ev hêz hatine ji bo valehiyan dagrin û li cihên pêwîst bên bi cih kirin.”
Enwerê Hacî Osman ku ji despêka tevgerkirina pêşmergeyan a li derdora Kerkûkê serpereştiya wan hêzan dike, di berdewama axaftinên xwe de wiha got: “Em li bendêne pirsgirêk bi rêya guftûgoyan bê çareserkirin. Lê ger pirsgirêk nehatin çareserkirin, wê demê dû hêzên neyar û şerker li beramberî hev bin û pêwîste em xwe amade bikin.”
Enwerî Hacî Osman got: “Hêzên pêşmergeyan bi heskirinekî pir bilind ve di rêza yekemîn de amadene. Serdan û pêşwaziya xelkê Kerkûk û navçeyên veqetayî bi awayekî giştî westiyana hêza pêşmergeyan kêm kirine.”
Biryara dirûstkirina fermandariya operasyonên Dîcle ya li navçeyên veqetayî, peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de aloz kir. Şer û pevçûnên navbera hêzên pêşmerge û hêzên girêdayî artêşa Iraqê ya li navçeya Xurmatû (16.11.2012)bû sedem ku artêşa Iraqê hêzekî zêdetir a leşkeran li navçeyên veqetayî bi cih bike.
Metirsiya derketina şerê navbera hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê de, li ser asta navxwe, Iraq û cîhanê bertekên cûda bi xwe re anî.
Wezareta derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de tevî dilgiraniyê, şerê ligel pêşmergeyan ‘Wekî xeta sor’ bi nav kir û daxwaz kir pirsgirêk bi rêya diyalogê bê çareserkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di daxuyaniya xwe ya herî dawiyê de (05.12.2012) bersiva serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ya derbarê derketina şerê navbera Kurd û Ereban de da û ragihand: “Gelê kurd hertim li hember şer û xwînriştinê xwe parastiye û niha jî heman helwesta xwe nîşan dide. Herçiqas gelê Kurdistanê rastî zilma herî mezin bûye, çi li Şoreşa Îlonê, çi di komkujiya Enfalê de û çi di karesta kîmyabaranê de, ligel vê yekê dîsan kurdan di dema raperîna 1991an de li gorî pîvanên exlaq û bi çanda lêborînê tevgeriyan. Ligel hemû zilm û tawanan, gelê Kurdistanê hewl neda tola xwe veke û tu tiştek li dijî ereban jî nekirin. Şîreta Barzaniyê Nemir ji bo me ew bû, divê em nehêlin şerê kurdan û ereban rû bide. Kurdistan jî hertim stara xebatkarên ereb û hemû gelên Iraqê bûye.”
Serokê Herêma Kurdistanê, di bersiva serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî de ku behsa rûdana şerê navbera kurd û ereban de kiribû, wiha dibêje: “Tişta herî nebaş ew e ku navbera du neteweyan de şer biqewime. Mixabin niha hinek kes dixwezin kurd û ereban berdin hev. Ez ji gelê Kurdistanê dixwazim nekevin vê xefikê û herwiha daxwazê ji hemû gelê Iraqê dikim ku li dijî vê rêça metirsîdar derkevin. Yê ku banga vê yekê dikin, li hember Xwedê, gel û qanûnê berpirsyar in.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wiha gotibû: “Em şer naxwazin, lê em amade ne parastina gel û welatê xwe bikin.”
Rudaw
