• Monday, 09 February 2026
logo

Serok Barzanî: Bûyera Pîranşehirê Ez Dilgiran Kirim

Gulan Media December 7, 2012 Nûçe
Serok Barzanî: Bûyera Pîranşehirê Ez Dilgiran Kirim
Bi minasebeta şewata debistaneke kiçan li Gundê Şînawa ser bi Bajarê Pîranşehirê ya li Rojhilatê Kurdistanê de yaku, bûye sedema birîndar bûna 28 Xwednekarên kiç Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî peyamek pêşkêşî kesûkarên Xwendekaran kir ku, ev jî tekesta vê ye:

Bi navê xwedê mezin û mihiriban

Nûçeya ev bûyera bi sosret yaku, di debistaneke kiçan li Gundê Şînawa ya li Bajarê Pîranşehirê a li Rojhilatê Kurdistanê de qewmiye û bûye sedema birîndar bûna 28 Xwedekaran me gelek dilgiran kir, jiber vê minasebeta han daxwaz ji xwedê mezin dikim ku, bilez Xwendekarên birîndar şifa bide û sebir û aramî jî bide her kesekî.

Serokê Kurdistanê

Mesûd Barzanî
Top