Serok Barzanî Peyamek Pêşkêşî Xelkê Silimaniyeyê Kir
Bi minasebeta bi fermî nasandina Bajarê Silimaniyeyê weke Paytexta Rewşenbîriya Kurdistanê pîrozbayiyekî gerim pêşkêşî tevahiya xelkê vê Bajarê dikim û hêviya pêşkeftin û geşekirinê jê re dixwazim.
Bêgoman rola Bajarê Silimaniyeyê di nava bizava Kurdatî, wêje, Rewşenbîrî û çanda Kurdî de roleke gelek mezin û serekeye û hêvî dikim hertim wisa di nava şikûmendî de bimîne xelkê Qehreman yên vê Bajarê jî tevî tevahiya Gelê me di nava aramî, xweşî û pêşkeftinan de bin û berdewam di nava xweşî de bin.
