• Monday, 09 February 2026
logo

Hêmin Hewramî Û Wezîrê Derve Yê Almaniyayê Re Civiyan

Gulan Media December 5, 2012 Nûçe
Hêmin Hewramî Û Wezîrê Derve Yê Almaniyayê Re Civiyan
Di çarçoweya serdana xwe ya ji bo Almaniyayê a bi mebesta beşdarî kirin di kongreya partiya demokrat ya Almaniyayê, evro Berpirsê peyvendiyên Derve yên partiya demorkata Kurdistanê Hêmin Hewramî bi Wezîrê Derve yê wê re civiya.

Di civîna han de Hêmin Hewramî behsa rewşa dawî ya Îraqê û aloziyên ku, jiber damezrandin û şandina hêzên Dîcleyê bo Deverên weqetandî yên Kurdistanê de derketine holê kir û ragihand ku, sedema tevahiya wan kêşeyên han girêdayî nebûna Serokwezîrê Îraqê û desthilata Bexdayê bi destûra bingehîn ya Îraqê ye.

Hewramî di berdewamiya axaftinên xwe de helwesta partiya demokrata Kurdistanê ya li hember rewşa Sûriyayê de jî pêşkêş kir.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Hêmin Hewramî bi awayekî berfire behsa pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de jî kir.

Li hember de jî Wezîrê Derve yê Almaniyayê ragihand ku, Almaniya gelek girîgî dide bi Kurdistan û peyvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re û ragihand ku, di serdanên xwe yên bo Kurdistanê de dîtiye ku, her car Kurdistanê pêşkeftinên gelek baş bidest xistiye û hêviya vê yekê jî kir ku, derfet bibe daku, careke din serdana Kurdistanê bike.
Top