Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqa Federal kir
Li hevdîtinê de danustandina bîr û ramanan di derbarê nêrîna Serok Barzanî ya li ser bargirjiyên navçeyên veqetandî û çawayiya çareserkirina wan kirin û her wiha behsa encamên wan gotûbêjên emnî û leşkeriyan kirin ku heftiya derbasbûyî li Bexda li navbera Hikûmeta Federal û şandekî Herêma Kurdistanê ve birêveçû.
