Êraqiyê: Belgeyek,Artêşa Êraqê li dijî Herêma Kurdistan şer radighîne
Di vê derbarê de berdevka lîsta Êraqiyê Meysun Dilêmî ji Xendanê re ragihand ku: Belgenameyek gihîştiye destê lîsteya Êraqiyê ku jib o fermandeya operasyonên dîcleyê yên li navçeya Kerkûk, Diyale, selahedînê re hatiye şandin û tê de hatiye: “Hemû yekîneyên serbazî yê van navçeyên û amêrên fewcan piştî ku ev birûskeya gihîşte destê wan bila bikevin rewşa amadebaşiyê (awarte).”
Demlocî di dirêjahiya gotina xwe de got: Belgename çend xalên metirsîdar tê de hene, ev xalên hanê jî weke ragihandina şere li dijî Herêma Kurdistanê ye.
Berdevka lîsta Êraqiyê amaje bi vê yekê jî kirk u: “Yek ji wan xalên ku di belgenameyê de hatiye ku cihên guhastinê û rêyên serekî dabixin û nehêlin berya din werin wan navçane, ku mebesta wan hêza pêşmergeyên Kurdistanê ye.”
Xendan
