• Monday, 09 February 2026
logo

Orsam: Barzanî Lîderê Nû Yê Rojhilata Navîne

Gulan Media December 1, 2012 Nûçe
Orsam: Barzanî Lîderê Nû Yê Rojhilata Navîne
Navenda lêkolînên steratejîk a Rojhilata Navîn ( ORSAM) yaku, li Tirkiyeyê karê xwe dimeşîne di derbarê pêşeroja Rojhilata Navîn û rola Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî de babetek belav kiriye û gotiye: Mesûd Barzanî lîderê nû yê Rojhilata Navîne.

Di vê derbarê de Serokê ORSAMê Hesen Kanpolat eşkere kiriye ku, Serdana Mesûd Barzanî bo Rûsiyayê di her warî de gelek girînge.

Çavkanî di berdewamiya axaftinên xwe de dibêje: Ev yekemîn care ku, Mesûd Barzanî peyvendiyên xwe yên abûrî û siyasî ên bi Rûsiyayê re bihêz û berfire bike.

Serokê ORSAMê herwiha diyar kiriye ku, peyvendiyên Kurdistanê yên bi welatên Rojawayî re gelek baş û bihêzên û niha jî Kurdistanê hewl bo bihêztir kirina peyvendiyên xwe yên bi Rûsiyayê re dide û ev yek jî faktereke girîng bo vê yekê daku, Mesûd Barzanî li Rojhilata Navîn de weke Lîderekî nû derkevê meydanê.
Top