• Monday, 09 February 2026
logo

Du Kasibkarên Rojhilatî Ji Aliyê Rejîma Îranê Ve Hatin Kuştin

Gulan Media December 1, 2012 Nûçe
Du Kasibkarên Rojhilatî Ji Aliyê Rejîma Îranê Ve Hatin Kuştin
Li gorî çavkaniyên nûçeyan yên Rojhilata Kurdistanê duhê du Kasibkarên Kurd li Devera Serdeştê ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îranê ve hatine kuştin.

Çavkaniyên han eşkere kirin ku, duhê danê Êwarê du Kasibkarên Kurd yên bi navê Ebdulah Çeman Şîniyên navçeya Spîdar ya Serdeştê û ewê din jî ku, navê vî nehatiye zanîn Şîniyê Şinoye.

Çavkaniyên han diyar kirin ku, hêzên ewlekarî yên Îranê bêyî ti hişiyarî û agehdar kirinekî gole berê wan Kasibkaran daye û di encam de ev du Kasibkar canê xwe ji dest dane.
Top