• Monday, 09 February 2026
logo

Parlemanterên Êraqiyê û dewleta qanûnê rabûn hev

Gulan Media November 29, 2012 Nûçe
Parlemanterên Êraqiyê û dewleta qanûnê rabûn hev
Di encama dirustbûna gengeşeyekê di navbera parlemanterên lîsta Êraqiyê û parlemanterên dewleta qanûn li encûmena nûneran a Êraqê rûniştin hate sekinandin û bo rojek din hate paşde xistin.

Peyamnêrê Xendanê li Bexdadê ragihand ku, îro 29/11, di rûniştina parlemana Êraqê de, komîteya jinan ya li parlemanê beyannameyek bi bona roja cîhanî ya berengarbûna tundûtîjiya li dijî jinan xwend û di nava beyannameyê de bal kişandibûn ser îşkenceya jinan di zîndanên hikûmeta Êraqê de.

Her weha pyanêrê Xendanê da zanîn ku ji ber wê yekê parlemanterên Itîlafa dewleta qanûnê ev yek red kirin û bû sedema gengeşeyan di navbera wan û parlemanterên lîsta Êraqiyê. Piştre jî serokê parlemana Êraqê Usame Nûcêfî rûniştin sekinand û hey roja şemiyê hate paşde xistin.

Xendan
Top