Ehmed: Hikûmet giringiyeke mezin bi têkeliyên digel welatên cîran û cîhanê dide
Di civînekê de, cîgirê serokê hikûmeta Kurdistanê, kar û xebatên fermangeha têkeliyên derve yên di warê karkirin digel konsulxane û nûneratiyên biyanî de bilind nirxandin û got ku, hikûmeta Kurdistanê giringiyeke mezin bi têkeliyên xwe yên digel welatên cîran û cîhanê, di çarçoveya destûr û di berjewendiya giştî de, dide.
Ehmed di berdewamiya axavtina xwe de, civîn û dîdarên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û konsulxane û nûnerên welatên biyanî yên li Hewlêrê bi gavek erênî wesif kir û got ku, nuha îraq di kirîzeke siyasî de derbas dibe û pêwîste hemû alî rastiyê bizanin ku, bi tu awayî ew kirîza heye di berjewendiya herêma Kurdistanê û Îraqê de nine û herêma Kurdistanê dixwaze aşitî û aramî bicih bibe.
Li dor hebûna nûneratiyên hikûmeta herêma Kurdistanê li derve, cîgirê serokê hikûmetê got:
- Li gor destûra Îraqê herêma Kurdistanê ew maf heye ku, nûneratiyên xwe li derve hebin. Ew nûneratiyên Kurdistanê yên li derve hene, di warê avakirina têkeliyên siyasî û geşepêdana çalakiyên aborî û bazirganî digel derve, karên baş kirine.
Cîgirê serokê hikûmetê got ku, konfrensa nûneratiyên hikûmetê yên derve û fermangeha têkeliyên deve giringe her sal bê saz kirin.
Ji aliyê xwe ve, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê behsa kar û çalakiyên fermangeha têkeliyên derve kir û got ku, 26 welatên biyanî konsulxane û nûneratiyên xwe li herêma Kurdistanê vekirine û tê çaverêkirin ku, heta dawiya îsal ev hijmare zêde bibe. Herwesa Mistefa got ku, li 14 welatan nûneratiyên hikûmeta herêma Kurdistanê hene.
