• Monday, 09 February 2026
logo

Îmad Ehmed digel şandeyeke Poloniyayê civiya

Gulan Media November 28, 2012 Nûçe
Îmad Ehmed digel şandeyeke Poloniyayê civiya
Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê Kurdistanê, duhî roja sêşemiyê 27.11.2012ê li firokexaneya Hewlêrê a navdewletî pêşwazî li Lêşk Voytaşk cîgirê serokê herêma Volka polska û şandeya pê re kir û di civînekê de behsa têkeliyên navbera her du aliyande kir.

Di civînê de ku, wezîrê pilandananê, wezîrê akincîkirinê yön hikûmeta Kurdistanê û sefîrê Poloniyayê yê Îraqê amade bûn, behsa peywendiyên siyasî, aborî û abzirganî yên di navbera her du aliyan de kir û got ku, her welat û herêmeke bixwaze beşdariyê di avadankirina herêma Kurdistanê de bike, deriyên Kurdistanê jê re vekirîne.

Cîgirê serokê herêma Volka Polska a poloniyayî ew pêşkeftin û pêşveçûnên li herêma Kurdistanê bi dest ve hatine blind nirxandin û got ku, ew dixwazin têkeliyên xwe di warên cuda de digel herêma Kurdistanê berfireh bikin.

Sefîrê Poloniyayê yê Îraqê jî di axavtina xwe de behsa kar û çalakiyên sefaretxaneya poloniyayî li Îraqê kir û got:

- Ji bo berdewamî û geşepêdana têkeliyên Poloniyayê digel herêma Kurdistanê, me biryar daye ku, di destpêka meha bê de konsulxaneya Poloniyayê li Hewlêrê vekin. Ev yek jî dê bibe sedemê berfirehbûna têkeliyên siysaî, aborî û bazirganî bi herêma Kurdistanê re.

şandeya navborî ji nûnerên 15 kompaniyên mezin û 8 zanîngehên poloniyayî û hijmareke bazirganên mezin pêr tê û biryare serdana bajarê Silêmaniyê û Duhokê jî bikin.
Top