• Monday, 09 February 2026
logo

Sedî 94ê beşdarên anketa BBC: Kerkûk vedigere ser Kurdistanê

Gulan Media November 28, 2012 Nûçe
Sedî 94ê beşdarên anketa BBC: Kerkûk vedigere ser Kurdistanê
Beşa Erebî ya malpera BBC’yê der barê diyarkirina statûya Kerkûkê de rapirsînekê pêk anî. Di encama dengdana vê rapirsînê de derket holê ku ji sedan 94’ê beşdaran dixwazin Kerkûk vebigere ser Herêma Başurê Kurdistanê.

Rapirsîna BBC’yê ji bo dengdanê pirsa ‘Bila Kerkûk bi ser kîderê ve be’ digel du bijardeyan, Bexda û Kurdistana Iraqê (Rêveberiya Başurê Kurdistanê), aresteyî beşdaran kir.

Heya niha 17 hezar û 80 kes tevlî rapirsînê bûne. Ji sedan 94’ê beşdaran dengên xwe ji bo Kerkûk vebigere ser Herêma Kurdistanê dane, tenê ji sedan 94’an xwestine ku Kerkûk bi Bexdayê ve bê girêdan.

Li aliyê din piştî Hêza Dîcle ya bi ser hikûmeta navendî ya Bexdayê hat nav navçeyên dabirî yên Başurê Kurdistanê, nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene kûrtir bûn. Hikûmeta Kurdî ji bo parastina hemwelatiyên van deverên Kurdistanê hejmareke zêde ya Hêzên Pêşmerge vegustin.

Rudaw
Top