• Monday, 09 February 2026
logo

Gora Erefat vekirin û lêkolîn dest pê kir

Gulan Media November 28, 2012 Nûçe
Gora Erefat vekirin û lêkolîn dest pê kir
Ji ber ku di demên dawî de gumanên li ser mirina Serokê Filîstînê Yaser Erefat zêde bûn, gora wî hat vekirin. Pisporên navnetewî dest bi lêkolînan kirin.

Piştî ku gumanên li ser mirina Serokê Rêxistina Rizgariya Filîstînê Yaser Erefat zêde bûn, gora wî hat vekirin û dest bi lêkolînan hat kirin. Li gorî nûçeya ANF'ê, kar û barên kolanê vê sibê di demjimêr 05.00’an de destpê kir. Hate hînbûn ku pisporên Rûsya, Swîsre û Fransayê jî li ser gora Erefat a li biryargeha Muakatta ya rêveberiya Filîstîna Ramallahê bû, dê lêkolînan bikin. Miftiyê Qudûsê Muhammed Huseyîn diyar kir ku dema gor hatiye vekirin, ew jî amade bûye. Huseyîn got ku dive ew jî li wir bûya û da zanîn ku dozgerên Fransayê jî li Ramallahê bûne.

Angaşta 'bi jehrê hatiye kuştin'

Tê payîn ku gora Erefat îro dîsa bê girtin. Pisporên Navnetewî bersivê didin îdiaya ku Erefat ji polonyumê jehrî bûye. Di belgefîlmekî ku di meha tîrmehê de hat nîşan dan de, tê gotin ku Yaser Erefat di 11’ê mijdara 2004’an de li nexweşxaneyeke leşkerî Percy ya Parîsê jiyana xwe ji dest daye. Lê agahiyên derbarê mirina wî de, her tim bûn mijara nîqaşê. Televîzyona El Cezîre di belgefîlma di 3’ê tîrmehê de weşand de, diyar kir ku li ser amûrên Erefat rêjeyeke mezin polonyum hatiye dîtin. Gerînendeyê enstutiya ku lêkolîn kir Dr Francoîs Bochud jî gotibû "Ez dikarim piştrast bikim ku li ser amûrên Erefat rêjeyeke mezin polonyum-210 heye."

Hevsera Yaser Erefat, Suha Erefat jî berya çend mehan li cem dozgerekî Fransayê doz ´li dijî kesên nenas´ vekiribû.
Top