Tirk: Tenahiya Rojhilata Navîn Bi Hevalbendiya Kurdan Çêdibe
Tirk diyar kir ku, Kurd tenê jibo maf û azadiyên xwe bidest bixin li rojhilata navîn têkoşînê didin. Wî got, Tirkiye bi hêzên xelet yên opozisyona Sûriyê re tevdigere ku ew hêzên opozisyonê nizanin wê Sûriyeke çawa bînin şûna rejima Esed.
Ahmet Tirk dibêje, ‘Di rastiyê de li rojhilata navîn tekane dostê ku Tirkiye kare bi wan re hevalbendiyê bike Kurd in. Lê siyaseteke ku Kurd nebin xwedî statu hate meşandin. Şaşîtî li vir e. Kurdên Sûriyê hêvî dikirin Tirkiye piştgirîya wan bike û wan hembêz bike.’
Birêz Turk li ser alozîya navbera Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî da xuya kirin, ‘Li Îraqê yasayek hatibû çêkirin. Di yasayê de hatibû diyar kirin ku, artêşa Îraqê ji 2 sed hezar leşkeran pêk were. Lê Malîkî ev hejmar derxist 800 hezar leşkeran. Êdî hate wê astê ku ev hêza leşkerî her kesî tehdît bike.’
Ahmet Turk got, ‘Malîkî dixwaze kontrola Kerkûkê bixe destê xwe. Lê divê Kerkûk bibe xwedî statuyeke pir cuda. Yanî divîyabû rêvebirîyeke hevpar were pêkanîn. Lê jiber ku Kurd li wir bûne xwedî hêzekê Malîkî wisa dike. Jixwe ji nîvî bêhtirê serjimarîya Kerkûkê jî Kurd in.’
Birêz Turk, li ser nîqaşên rakirina destnedana qanûnî ya 10 parlementerên Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP), jî da zanîn, ‘Li şûna ku dewlet projeyên çareserîyê ragihîne nîqaşên wiha tên kirin. Ev neheqîyeke pir mezin e ku berê jî wisa kiribûn, lê bila rakin ew bi qîma xwe ne.’
voa
