Rice: Destêwerdana Tirkiyê ya Sûriyê ji bo Kurdane
Rice gotiye: Dibe ku şerê navxwe ya li Sûriyê hilbûye qonaxa dawî ya çîroka jihevxistina rojhilata navîn be wek em dizanin, her weha ji nû ve avakirina navçeyê li ser bîngeha lêborîn û azadiyêye. Li dawiya dawî gihîştina qonaxeke seqamgîriyê û aramiyê û demokrasiyê, lê belê ev yek êdî ji bin kontrola me derdikeve.
Wezîra derve ya berê ya Amerîkayê weha pêde dice: Ji bilî Îran û Misrê ku dîrokeke xwe ya dûvdirêj heye û li ser bîngeha neteweayetî ya bihêz xwe digre li kêleka wan jî Tirkiyê jî heye çendîn Kurd weke beşek nehatine naskirin jî lê bi heman şêweyê xwe radigre. Heya niha jî Enqere ji daxwaziyên Kurdan yên netewî û cudaxwaziyê bi gomane. Tirkiyê ji pirsa Kurd li sûriyê bi tirse ku bandora xwe li pirsa Kurd li nava wê de jî bike. Wekî din hemû welatên rojhilata navîn yên bîngehîn ji nû ve hatine avakirin, lê di encamê de welatên tejî kêşe û alozî avabûne.
Condoleezza Rice di beşek din ya gotara xwe de teqez dike ku dive Wîlayetên Yekbuyî Amerîka rola xwe bilîze û jib o pirsa Sûriyê bi çekan alîkarî û piştevaniya opozisyona Sûriyê bike, ev yek jî piştî grûpên ku alîkariyê bidekê nas bike. Divê Amerîka û hevpeymanên xwe navçeyeke ji firînê re qedexe li Sûriyê ava bike bo parastina sivîlan.
Rice dibêje: Hêz û desthilata Amerîkayê giringe û pêwîste rola xwe bilîze eve hilbijartin jî temam bûn, ger ev yek neyê kirin û vê pirsê ji hêzên herêmî re were hîştin ku ewendê li gor berjewendiya me nîne. Her weha dev ji navçeyê berdan jî ewê hevrikiyên taîfegriyê dijwartir bike. Lê Amerîka li rojhilata navîn lawaz nebûye û pêwîste rola xwe bilîze
Xendan
