Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Holanda li Iraq kir
Li hevdîtinê de, behsa pêwendiyên navbera Herêma Kurdistan û Holanda û çawayiya pêşxistina wan pêwendiyan kir û li vî warî de Balyozê Holanda hêvî xwest ku welatê wan li her du warên bazirganî û çandinê de pêwendiyên xwe yê li gel Herêma Kurdistanê berfirehtir bike. Wekî navçeyekî aramtir ji beşên dinê Iraqê û kompanyayên Holandiyan jî rola xwe li van her du waran de bibînin.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî, ji bilî pîrozbahî kirina li Balyozê nû yê Holanda, hêviya serkeftinê li bi cîhananîna erkê wî de xwest û ronahî kir ku Herêma Kurdistanê li hemû waran de pêwîstî bi geşbûneke lezgîniye, bi taybetî warê çandinê û li vî warî de çavê wî li hevkariya Holandaye û Herêm jî amadeye hemû hêsankariyekî pêwîst pêşkêşî kompanyayên Holandiyan bike.
Her wiha nirxandina rewşa siyasiya niha ya Iraqê beşekî dinê vê hevdîtinê bû.
