• Monday, 09 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Em Dixwazin Mekanîzima Hevbeş ya Sê Alî Were Bi Kar Anîn

Gulan Media November 26, 2012 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Em Dixwazin Mekanîzima Hevbeş ya Sê Alî Were Bi Kar Anîn
Piştî beşdarî kirin di merasima destpê kirina konferansa dijî tundûtîjiya dijî jinan, Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî di presskonferansekî de balkkêşande ser çandîn meseleyên girîng.

Di bersifa pirsekî a di derbarê hewldanên Serokê Parlementoya Îraqê yên ji bo aram kirina rewşa navbera Hewlêr û Bexdayê de, Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê eşkere kir ku, ev hewldanên han bo sepandina aştî û aramîne lewre em rêz ji wan hewldanan digirin û em hertim daxwaza vê yekê dikin ku, giftûgo û danûstandin bibe kilîla sereke bo çareser kirina kêşeyan û hêvî dikim hewldanên Nocifî jî bigehêjin encamekî.

Di bersifa pirseke din ya di derbarê wegeriyana hêzên Amerîkayê bo Deverên weqetandî yên Kurdistanê de jî Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê eşkere kir ku, di dema hebûna hêzên Amerîkayê li Deverê de peymaneke sê alî bo parastina ewlekariya wan Deveran bi awayekî hevbeş ji aliyê hêzên hevbeş ve hatibû îmzekirin û niha jî em dixwazin ev mekanîzma sê alî careke din were bikaranîn û ewlekariya wan Deveran ji aliyê hêzên hevbeş yên her sê aliyan ve were parastin.

Di bersifa pirseke din ya di derbarê encam nedana hewldanên aştî de jî Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku, em xwedan hêviyeke gelek bihêzin ku, aştî zal dibe û pêngavên aştiyane jî biser dikevin lê eger hat û ev pêngav û hewldanên han negehêjin armancên xwe vê demê emê rêyeke din hilbijirên û eger biryar be jî ku Artêşa Îraqê bibe mercea birêvebirina welat vê demê Îraq ti xêr û xweşî ji xwe nabîne.
Top