• Monday, 09 February 2026
logo

Bi Beşdariya Nêçîrvan Barzanî Konferansa Dijî Tundûtîjî Li Dijî Jinan Destpê Kir

Gulan Media November 26, 2012 Nûçe
Bi Beşdariya Nêçîrvan Barzanî Konferansa Dijî Tundûtîjî Li Dijî Jinan Destpê Kir
Evro li Hewlêrê bi beşdariya Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî û hijmarek Wezîr, Parlementer û Konsulusên welatên biyanî û Nunerê NY li Îraq û saziyên jinan û herwiha bi beşdariya hijmareke gelek zêde mêwan li ser asta navxwe û Derve konferansa dijî tundûtîjiya dijî jinan hate lidarxistin.

Di vê konferansa han de Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkêş kir û destxweşiya organîzatorên vê konferansa han kir.

Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de behsa xebat û têkoşîna jinên Kurd di nava tevgera azadîxwaz ya Gelê Kurd de kir.

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de hewldanên Hikûmeta Kurdistanê yên ji bo baştir kirina rewşa jinan jî rave kir û ragihand ku , Hikûmeta Kurdistanê bo kêm kirin û nehêştina tundûtîjiya dijî jinan gelek hewlên girîng daye.

Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de daxwaz ji tevahiya aliyên peyvendîdar kir daku, bi awayekî cidî hewl bo nehêştina tundûtîjiya dijî jinan bidin.

Serokwezîrê Kurdistanê hevdem piştgîriya Hikûmeta Kurdistanê jî ji bo biryarên vê konferansa han diyar kir.
Top