Serokê Herêma Kurdistanê li gel şandekî hevbeşa aliyên siyasiyê Kurdên Suriye civiya
Li civînê de, şanda hevbeşa aliyê siyasiyê Kurdên Suriye bi hurî behsa rewşa Suriye bi giştî û rewşa Kurd li wî welatî bi taybetî kirin û pabendbûna xwe bi peymana Hewlêrê dûpatkirin ku li meha temmuza derbasbûyî hatibû mohrkirin û tekez jî li wê yekê kirin ku bi yekrêzî û yek helwestiya xwe dikarin mafê gelê Kurd li Suriye bi destbixin.
Serok Barzanî piştevaniya xwe ya bi navê gihîştina bi maf û daxwaziyên gelê Kurd li Suriye dûpatkir û ji bo vê mebestê jî tekez li wê yekê kir ku pêwîste aliyê Kurdên Suriye parêzgeriyê li yekîtî û yekrêziya xwe bikin û rê li her helwestek bigrin ku bibê sedema têkçûna wê yekrêziyê.
