• Monday, 09 February 2026
logo

Serok Barzanî: Dibe Her Kes Hewl Bo Baştir Kirina Rewşa Jinan Bide

Gulan Media November 25, 2012 Nûçe
Serok Barzanî: Dibe Her Kes Hewl Bo Baştir Kirina Rewşa Jinan Bide
Bi minsebeta roja Cîhaniya dijî tundûtîjî a li dijî jinan Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî li ser pêgeha xwe ya li facebookê de peyamek belav kiriye ku, ev jî tekesta vê ye;

Bi minasebeta roja Cîhaniya tundûtîjî li dijî jinan daxwaz ji welatiyên xweştewîst, tevahiya dezgeh û aliyên peyvendîdar û navendên hizrî û çapemenî û Rewşenbîrên Kurdistanê dikim daku, bi awayekî cidî hewl bo baştir kirina rewşa jinan li Kurdistanê de bidin û li dijî ev tundûtîjiyên han rawestin ku, li dijî jinan tên kirin.

Serok Barzanî herwiha behsa amarên tundûtîjî li dijî jinan yên Kurdistanê jî kiriye û gotiye: amarên han cîha fikar û dilgiraniyêne lewre dibe li ser sedemên wan bi cidî lêkolîn were kirin.

Serok Baranî dibêje: tundûtîjî li dijî jinan di nava civaka Kurd de tişteke nû û biyaniye jiber ku, jin di nava civaka Kurd de xwedan rêzeke taybetiye.

Bi hêviya vê yekê ku, civaka me bigehêje astek ku, jin di nav de bikarêbe kesayetiya xwe pêşde bibe û bibe xwedan çarenûs û îradeya xwe.

Serokê Kurdistanê

Mesûd Barzanî

25.11.2012
Top