• Monday, 09 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Partiya Îslamiya Iraqê kir

Gulan Media November 25, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Partiya Îslamiya Iraqê kir
Duh yekşem 25/11/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya Dr. Eyad Samerayî Emîndarê Giştî yê Partiya Îslamiya Iraqê û şanda li gel kir ku ji birêz Selîm El Ciburî û Nesîr El Anî pêkhatibû.

Li hevdîtinê de, rewşa siyasî û kêşe û giriftên li ber pêvajoya siyasî û demokrasî li Iraqê da û her wiha pêşketinên dawî ya kêşeya Herêm li gel Bexda nirxandin û li vî warî de Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku kêşeya Herêmê beşeke ji kêşeya hemû Iraqê, ku ew jî kêşeya hukimdariye, ku pêwîste bi hemû aliyek çareseriyeke bingehîn ji bo wê bête peydakirin û hengavên berev qonaxekî nû ya birêvebirina welat bê avêtin.

Ji aliyê xwe ve Emîndarê Giştî yê Partiya Îslamiya Iraqê tekez li karê hevbeşa navbera hemû aliyê siyasiyên Iraqê kir ji bo hevdû têgihiştin û kom dengî bi mebesta dawî anîna tengasî û kêşe û gîr û giriftên helawestiyên bi pişt bestina bi destûr û peymanan û pêkanîna hevkariyeke rasteqîne ya birêvebirina welat da.

Her du alî li ser berdewamiya hevdîtinên bi navê derbasbûna ji tengasiyên niha yên welat bi hevrebûn.
Top