Kurdên Sûrîyê Hêzeke Leşkerî ya Yekbûyî Radigihînin
Ajansa Fransî ya nûçeyan ligel çend jêderên din li ser zarê berpirsekî Kurd dibêjin ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê û Encûmena Gel ya Rojavaya Kurdistanê gihiştine rêkeftinekê ku hêzeke yekgirtî damezrînin.
Encûmena Rojavaya Kurdistanê ku ser bi Partiya yekîtîya Demokrat (PYD) ye, hêzeke çekdar bi navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) heye, û Encûmena Niştimanî ya Kurd jî dibêje ku ew bizavê dike hemû leşkerên Kurdên Sûrîyê, ku dagerîyane Kurdistanê Îraqê, vegerîne herêmên Kurdan li Sûrîyê.
Di çend rojên dawî de, şerê giran di navbera hêzên Kurd û grupên radîkal yên Îslamî de li bajarê Serê Kanîyê derketîye holê. Di encama şer de bi dehan kes hatine kuştin, piranîya wan ji alîyê grupên Îslamî ve ne.
Dengeamrika
