Dê Sibe Şandeyeka Leşkerî Ya Herêmê Serdana Baxdadê Bike
Bêjedarê wezareta Pêşmerge ya hukûmeta herêma Kurdistanê Cebar Yawer ji Sumeriya News re ragihand, ku dê sibe şandeyeka leşkerîya wezareta Pêşmerge bi serokatîya wî serdana bajêrê Baxdadê Bike û dê kombûnê bi berpirsên mezinên wezareta bergriya Iraqê re saz bike.
Cebar yawer weha jî da zanîn, ku niha ti çalakiyekî leşkerî di navbera Pêşmerge û supayê Iraqê de çênebûye.
