Serê Kaniyê: Mercên YPG bo agirbestê
Komên çete yên çekdar ku di roja 8’ê heyva Mijdarê de ketibûn Serêkaniyê û di 19’ê Mijdarê de jî hêrîşî navenda asayîşa sivîl kiribûn pîştî hêrîşên 3 rojan ku her carê windahî dan û xwe paşve kişandin, îro jî hêrîş kirin.
Heman çavkaniyê aşkere kir ku, komên çekdar ku demjimêr derdora 10.00’an de li Taxa Hewarne hêrîş kirin li hemberî hêzên YPG’ê têk çûn û xwe paşve kişandin.
Heman koman piştî demekê vê carê xwestin li Taxa Xiraba hêrîş bikin, lê dîsa rastî berxwedaneke tund hatin û neçar man ku xwe vekişînin sînorê Bakûrê Kurdistanê.
Hate ragihandin ku di pevçûnên de heta demijmêr 16.00’an dom kirin komên çekdar gelek windahî dane, lê derbarê hejmara wan de agahiyên zelal nehatine bidestxistin,rayedarên YPG’ê jî diyar kirin ku tu windahiyên wan nîn in.
Piştî pevçûnên îro, komên çekdar ku nekarîn pêş bikevin daxwaza agirbestê kirin û hinek derdorên din xistin dewreyê.
Di encama hevdîtinên hatine kirin de Fermandariya YPG’ê bi 2 mercan daxwaza agirbestê pesend kir, ku li gor agirbestê divê heta 2 rojan koma bi navê Gûrapa Ketaib Xuraba El Şam ji Serêkaniyê derkeve.
Her wiha divê li bajêr ji kurd, Ereb, Ermenî, Suryaniyan civatekê ava bikin.
Fermandariya YPG’ê aşkera kir ku heta 2 rojan şertên wan neyên bicîhanîn, ew ê agirbestê bidawî bikin û van koman ji bajêr derxînin.
Hêjayî gotinê ye ku, piştî agirbestê li bajarê Serê Kaniyê bêdengî serwer bûye û niha çav li rê ye ka dê ev şertên agirbestê bêne bicîhanîn an na.
Xendan
