Metirsiya ‘Hêza Dicle’ aliyên kurdî kirin yek
Ev gotinên Talebanî piştî vê yekê hat ku çendîn caran daxwaz ji serokwezîr kir ku karên vê hêzê rawestîne. Lê Malikî guh neda wî, lê karê operasyonên Dicle ferehtir kir. Şêwirmendê Malikî, Elî Musewî, derbarê nîgeraniyên Talebanî ji vê hêzê dibêje: "Hêza Dicle eger ne destûrî ye, bila cenabê Talebanî rêyên destûrî bide meşandin, ji ber ku dikare destûrê cihbicih bike." Musewî di dirêjiya daxuyaniya xwe de bo Rûdawê got: "Ti niyazeke Malikî tine bo hilweşandin yan rawestandina karê Hêza Dicle, Talebanî mafê wî heye her tiştekî bêje. Lê Malikî fermandeyê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê ye."
PDK: Emê Talebanî bi tenê nehêlin
Helwestên Malikî himber Herêma Kurdistanê û avakirina Hêza Dicle wisa kir ku aliyên opozisyona Herêma Kurdistanê (Goran, Yekgirtû û Komel) ligel PDKê û YNKê himber Bexda û Hêza Dicle yekdeng bin, ku berê YNK û Goran ligel aliyên din ên kurdî yekdeng nebûn û nebûn piştevanên jêstandina baweriyê ji Malikî.
Partiya Demokrata Kurdistanê jî piştevaniya helwesta Talebanî dike û avakirina vê hêzê weke "lîstina bi agir" bi nav dike. Peyvdarê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê, Cafer Îbrahîm, bo Rûdawê got ku "cenabê Mam Celal ti caran bi tenê nebûye û hemû deman cenabê Barzanî û PDK ligel wî bûne." Cafer Îbrahîm herwiha got: "Hin caran eger cudahî hebe, lê bo mijareke weke Kerkûkê, maddeya 140ê, meseleya destûrê, bihêzbûna bingeha Mam Celal li Bexdayê û aliyê kurdî, PDK mil bi milê Talebanî û YNKê radiweste."
Rudaw
