Erdogan: PKKyiyên Ku Çek Berden Karin Biçine Welatên Din
Erdogan gotiye ku, pirraniyê PKKyîyan li Qendîl û Mexmûrê ne. Heta ku çek di destê gerîlayan de bimîne, kare her kêlî biteqe. Wek me berê jî îfade kiribû, ku kengî gerîlayên PKKê çekan berdin, em ê karibin rê bidinê wan ku biçine welatên din.
Erdogan, bi dawîbûna çalakiya grevên birçîbûnê de jî gotiye ku, bi wî awayî bidawîbûna grevên birçîbûnê ez pirr girîng dibînim.
Di mijara aloziya di navbera Herêma Kurdistana Federe û hikumeta navendî a Iraqê de jî Erdogan diyar kiriye ku, ev aloziya di navbera her du aliyan de me dixîne nav fikareyan. Em nikarên bi vê re bibêjin ev karekî navxweyî ye.
Erdogan li ser pirseke rojnamevanekî "hûn ê biçine Gazzeyê?" jî wiha bersivandiye, "belê, dibe ku ez biçime Gazzeyê."
rojevakurd
