• Monday, 09 February 2026
logo

Malikî Berdevkê Hikûmeta Îraqê Ji Postê Xwe Dûr Xist

Gulan Media November 23, 2012 Nûçe
Malikî Berdevkê Hikûmeta Îraqê Ji Postê Xwe Dûr Xist
Piştî eşkere bûna gendelî di nava peymana kirîna çekan a di navbera Îraq û Rûsiyayê de, Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî û Berdevkê Hikûmeta Îraqê Elî Debax hevûdu tawanbar kirin.

Di encama vê hevûdu tawanbar kirinê de Serokwezîrê Hikûmeta Îraqê Peyvdarê Hikûmetê Elî Debax ji Posta xwe dûr kir.

Piştî dûr xistina Elî Debax hin alî gotin ku, vê Wezîrê Mafên Mirovan Bibe Berdevkê Hikûmetê lê evro Wezîrê Mafên Mirova jî eşkere kir ku, heta niha bi fermî bo vê posta han nehatiye destnîşankirin.
Top