• Monday, 09 February 2026
logo

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva Malikî da

Gulan Media November 22, 2012 Nûçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva Malikî da
Berî niha serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ragihandibû her çi şandekî welatên derve ger bixwaze serdana Herêma Kurdistanê bikin, divê hikûmeta Iraqê jî bipejirîne. Piştre dikarin serdana Herêma Kurdistanê bikin û ligel berpirsên Herêma Kurdistanê bicivin. Li ser vana axaftinan hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bersiva Malikî da.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê derbarê de ragihand ku Herêma Kurdistanê girêdayî destûra Iraqê ye, di çarçoveya wê destûrê de jî mêvandariya şand û berpirsên welatên derve dike. Berpirsê ofîsa peywendiyên derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqa federal û destûra Iraqê de mêvandariya şand û rayedarên welatên derve dike. Di vê derbarê de Herêma Kurdistanê qet destûra Iraqê binpê nekiriye û di wê çarçoveyê de jî mafekî xwezayî yê Herêma Kurdistanê ye ku mêvandariya welatên biyanî bike.”

Felah Mistefa di daxuyaniya çapemeniyê ya ligel wezîrê derve yê Urkrayna wiha got: “Herêma Kurdistanê wê di çarçoveya Iraqa federal û li gor maddeyên destûrê de ji bo pêşdebirina peywendiyên ligel welatên derve berdewam be.”

Rudaw
Top