‘250 leşkerên fermandeya Dîcle fîrar kirin’
Wê çavkaniyê di vê derbarê de wiha ji Rûdawê re got: “Îro (22.11.2012) fermandeya operasyonên Dîcle ferman da leşkerên Iraqê ku ber bi bilindahiya çiyayê Hemrînê ve biçin, lê 250 leşkerên wê fermandeyê li dijî wê biryarê derketin û amade nebûn wê fermanê cîbicî bikin. Wan leşkeran çekên xwe rakirin û çûn mal.”
Fermandeya operasyonên Dîcle berî 5 mehan bi fermana serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî hatiye avakirin. Ew fermande serpereştiya sê firqeyên leşkerî yên li navçeyên cihê nakokiyan ên parêzgeha Kerkûk, Tigrît û Diyale dike.
Rudaw
