Nocifî Daxwazeke Malikî Pêşkêşî Serok Barzanî Kir
Di hevdîtineke de rewşa dawî ya Îraqê û herwiha hewldanên Serokê Parlementoya Îraqê ên ji bo aram kirina rewşa niha ya Îraqê jî hatin nirxandin.
Di vê derbarê de Serokê Parlementoya Îraqê daxwazeke Serokwezîrê Hikûmeta Îraqê Nûrî Malikî bo aram kirina rewşa heyî pêşkêşî Serok Barzanî kir û ragihand ku, Serokwezîrê Îraqê daxwaz dike daku, her kes peymannameya sala 2009an a di derbarê ewlekariya Deverên weqetandî de esas bigire.
Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî diyar kir ku, pêwîste rewşa heyî were aramkirin û dibe kêşeyên heyî di çarçoweya destûra bingehîn ya Îraqê de werin çareserkirin û deriyên diyalog û danûstandinê di navbera aliyên leşkerî ên li Deverên weqetandî de werin vekirin.
