Birand: Ocalan wê li Tirkiyê bibe serokê partiyekê û bikeve parlemanê
Di hevpeyvînekê digel kanala CNNturkê Birad got: “Ez di wê baweriyê deme ku pirsgirêka Kurd wê herî zêde heya 2014-2015`an de bê çareser kirin. Ev yek wê Erdogan bike, kesî din nikare bike, îro ji tiştên basît wek zimanê Kurdî destpê dike û wê bighîne heya azadkirina Ocalan.”
Birand got: “Ev yek gav bi gav wê bê kirin, destpêkê wê agirbest bibe piştre jî Efuyek giştî bê derxistin û dûvre jî çek bêne danîn.”
Derbarê pirsekê gelo Ocalan wê bê serbest kirin, Mehmet Elî Birand got: “Di encama Efuya giştî de Ocalan wê serbest bê berdan û wê di meclîsa Tirkiyê de bibe serokê Partiyekê.”
Drbarê pirsekê ku di çapemeniya Tirkî û Kurdî de bibû rojev ku Birand gotiye “Ez Kurdim”, Elî Birand da zanîn ku ew ji aliyê dayîka xwe ve Kurde, lê wî rojekê xwe wek Kurd nedîtiye û xwe Tirk dihesibîne. Her weha malbata wî tiştek jêre negotiye.
Xendan
