• Monday, 09 February 2026
logo

‘Bila BDP biçe Îmraliyê’

Gulan Media November 21, 2012 Nûçe
‘Bila BDP biçe Îmraliyê’
Piştî greva birçîbûnê ya girtiyên bakurê Kurdistanê bi banga rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi dawî bû û mûzakereyên ligel dest pê bikin, BDP ket tevgerê. BDPê pêşniyara ‘Bila li cihê parêzeran BDP biçe Îmraliyê’ ji hikûmeta Tirkiyê re kir.

Li gor rojnameya Milliyet a Tirkiyê, hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş li meqamê xwe ji grûbeke rojnamevanan re axivî. Demirtaş wiha got: “Me ji wezîran re jî got. Dema parêzer diçin, dibe yek alî. Dema bibin siyasetmedar, guftûgoyên beramber çêdibin. Ez li vir behsa BDPê dikim. Serlêdana me ya fermî jî heye. Xwezî ev hevdîtin çêbibe. Ne tenê BDP, em behsa hemû blokê dikin. Leyla Zana, Şerafedîn Elçî û Hatîp Dîcle jî di nav de.”

Demîrtaş derbarê pêvajoya bi dawî kirina greva birçîbûnê de jî gotina serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan a ‘Me soz nedaye ti kesî’ piştrast kir. Demîrtaş got: “Ji aliyê hikûmetê ve pirs kirin ku ‘Ger Ocalan bang bike, wê grevê bi dawî bikin? Me got, emê bi girtiyan re baxivin û wê biqedînin. Çima piştî vê pêvajoyê agirbest çênebe.”

Wekîlê serokê koma BDPê li parlamentoya Tirkiyê Idrîs Baluken û parlamentera BDPê ya Êlihê Ayla Akat Ata serdana wezîrê dadê yê Tirkiyê Sadullah Ergin kirin û sipasiya wî kirin.

Rudaw
Top