Berpirsê Peywednîyên Dereveyê PDK: Kurd ji Ber Malikî Bexdadê bi Cih Nahêle
Hêmin Hewramî ji ajansa nûçeya Anadol a Tirkiyê re ragihadndiye, ku li ser hemûyan pêywîste rêz li destûrê bigrin ku %80 xelkê Iraqê deng li ser daye. Hewramî di evê bêjedana xwe de ku duh hatiye belavkirin, di bareya pêşhatên nû yên navbera Hewlêr û Bexdadê de gotiye, ku artêşa Iraqê bi zêdetir ji 100 hezar serbaz Diyala, Tikrît, Mûsil û Kerkûk dorpêç kiriye.
Hewrmaî herwisa basa pirsa qeyrana Sûrîyê jî kiriye, ku PDK hez bi şerrê navbera Kurdan nake û hevdem hez bi şerê Kurd û artêşa azad a Sûrîyê jî nake.
