• Monday, 09 February 2026
logo

Bi Serokatiya Serok Barzanî Û Talebanî Her Du Mekteb Siyasên PDK Û YNK Civiyan

Gulan Media November 20, 2012 Nûçe
Bi Serokatiya Serok Barzanî Û Talebanî Her Du Mekteb Siyasên PDK Û YNK Civiyan
Evro li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokkomarê Îraqê Celal Talebanî kir û piştî merasima pêşwaziyê jî civînek hate lidarxistin.

Piştî bi dawî hatina vê civîna han jî her du Mekteb siyasiyên partiya demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê bi Serokatiya Serok Barzanî û Talebanî civiyan û piştî bi dawî hatina civînê jî belavokeke hevbeş hate belavkirin.

Di destpêka civîna han de behsa peyvendiyên heyî yên di navbera partiya demorkata Kurdistanê û Yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê de hate kirin û her du alî tekez li ser girîngiya peymana steratejîk kirin ku, çawe çê kirina vê peymana han pêdeviyeke sereke bû, her bi vê rengî jî niha parastin û pêşde birina vê peymana han pêdeviyeke gelek girîng ya vê pêvajoya hane.

Mêjara dudiyan ya vê civînê meseleya aloziyên çêkirî yên di navbera Hikûmeta Kurdistanê û hin aliyên desthilatê yên di nava Hikûmeta fedral de bû.

Bi taybetî meseleya damezrandina hêzên Dîcleyê û lêv û tevgerên çend lîwayên Artêşa Îraqê û hatina wan bo Deverên weqetandî yên Kurdistanê bi berfirehî hatin nirxandin û ev pêngavên han bi pêngavên têkder hatin binavkirin jiber ku, him li dijî berejwendiyên Gelên Îraqê ye him jî li dijî destûra bingehîn ya Îraqê û herwiha li dijî peyvendiyên kevnar yên di navbera Kurd û Şîiyên Îraqê de ne.

Lewre hevpeymaniya Kurdistanî dibe di xema wan peyvendiyan de be û derfet nede ku, peyvendiyên han bibin qurbaniya armanc û xwestekên çend aliyên siyasî yên di nava desthilata niha ya Îraqê de.

Di derbarê peyvendiyên heyî yên bi Tirkmanan re jî tekez li ser vê yekê hate kirin ku, bihêztir kirin û baştir kirina peyvendiyên han bi awayekî ku, xizmeta tevahiya aliyan bike pêdeviyeke sereke ya vê pêvajoyê ye.

Mêjareke din ya vê civîna han helwesta aliyên siyasî yên Kurdistanê ya di derbarê ev aloziyê de bû ku, ji aliyê çend kesên nava desthilata Îraqê de hatine afrandin û tekez li ser girîngiya yek helwestî û yekrêziya part û aliyên siyasî yên Kurdistanê hate kirin û herwiha helwestên Gel û aliyên curbicur yên Kurdistanî jî a li hember ev aloziyên han û amadekariyên hêzên Pêşmerge jî hatin teqdîrkirin.

Di dirêjahiya vê civîna han de peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û welatên Cîran de jî hatin nirxandin û tekez li ser baştir kirin û bihêztir kirina peyvendiyên dostane yên bi welatên Cîran re hate kirin û her du alî diyar kirin ku, dibe hewl were dayîn daku, derfetek çê bibe ku, doza Kurd li parçeyên din yên Kurdistanê de bi awayekî aştiyane were çareserkirin û dibe parêzgarî ji mafên reva yên tevahiya Gelê Kurd were kirin.

Di dawiya vê civîna han de biryar hate dayîn daku, civînên hevbeş yên di navbera her du aliyan de berdewam bin.

Mekteb siyasiya PDK

Mekteb siyasiya YNK
Top