Di şerê li Serêkaniyê de ji herdu aliyan 17 kes hatin kuştin
Roja 19ê mijdarê li bajarê Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê, piştî ku Desteya Bilind a Kurd biryar girt li Serêkaniyê meşekê lidar bixe, ji bajarên Qamişlo, Amudê û Dirbêsiyê gelek welatî bi wesayîtan ber bi Serêkaniyê ve bi rê ketin. Lê beriya meşê komên çete yên ku di 8'ê mijdarê de ji aliyê Tirkiyeyê ve ketibûn bajêr û bibûn sedema gelek aloziyan, êrîşî noqteya asayîşa sivîl kirin û nehiştin ku gel dakeve bajêr, herwiha ala asayîşê şewitand.
Ji ber vê yekê Serokê Meclîsa Gel a Serêkaniyê Abid Xelîl û rayedarên PYD'ê çûn cihê bûyerê û xwestin ku ji van koman re bêjin meşa gel heye, lê van koman gule barandin. Di encamê de Abid Xelîl û ciwanek hatin kuştin. Ji ber vê yekê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) mudaxeleyî van koman kirin û di navbera herdu aliyan de pevçûnan dest pê kir.
Li gorî hin agahiyan di encama mudaxeleya hêzên YPGê de hin rêberên komên çekdar hatine kuştin. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî dane, ji rêberên komê yên bi navê Ghuraba el-Şam Alî Aksud, Mecîd Ebdullah û Fair Heci Rahim hatine kuştin.
Herwiha, hat ragihandin ku bajar ji komên çekdar hatiye paqijkirin û li kolanên bajêr tu endamên komên çekdar naxuyên. Hêzên YPG’ê 14 cenazeyên ku ketibûn destê wan şevê din radestî komên çete kirine. Lê tê diyarkirin ku li bajêr gelek cenazeyên din ên komên çete hene, dê YPG van cenazeyan piştre radestê wan bike.
2 endamên YPGê û endamekî asayîşa hatin kuştin
Hat diyarkirin ku di encama pevçûnên dijwar de 2 endamên YPGê yên bi navê Xalid Omer Hemo sala 1981 li Serêkaniyê ji dayik bûye û Salah Eyo Şêxo sala 1972 li Serêkaniyê ji dayik bûye û bavê 3 zarokane û Êzidî ye, herwiha endamên hêzên Asayişê Silêman Sîno yê sala 1984 li Dirbesiyê ji dayik bûye, jiyana xwe ji dest dane.
Berdevkê Partiya Demoqratî Pêşverû ya Kurd Li Suriyê Ehmed Silêman derbarê bûyera Serêkaniyê de ji Rûdawê re axivî: Ji bo xwendinê bi tikîne
Rudaw
